Serok Barzanî ji konsola Japonê ya Hewlêrê re serkeftin xwest

Serok Barzanî ji konsola Japonê ya Hewlêrê re serkeftin xwest

PeyamaKurd -  Serok Mesûd Barzanî, îro 21ê Cotmehê li Pîrmamê pêşwazî li konsola welatê Japonya ya li Hewlêrê Nagayama Yoşîko kir.

Piştî hevdîtinê hat ragihandin ku di civînê de Serok Barzanî ji ber vekirina ofîsa konsolxaneya Japonya li Hewlêrê, pîrozbahî li Yoşîka kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Konsola Japonya jî hurmeta xwe gelê Kurdistanê nîşan da û ragihand, Japonya amade ye pêwendiyên xwe bi Kurdistan û Iraqê re pêş bixe.

Konsola Japonî behsa aramiya Herêma Kurdistnaê kir û kêfxweşiya xwe anî ziman ku Herêma Kurdistanê aram e.

Yoşîka herwiha li ser rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya asayîkirina rewşa Şingalê jî pîrozbahî li her du aliyan kir.

Hat diyarkirin ku di civînê de behsa vîrusa Koronayê jî hatiye kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin