PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê Tûgayên Seyid eş-Şuheda yê Iraqê Ebu Ala el-Welai, di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de ragihand ku eger givaşa ser Yemenê ranebe, dê Tengava Bab el-Mendebê ji bo çûn û hata alavên deryayê bê girtin.
El-Welai, roja Înê di ser hesabê xwe yê fermî yê Xê de got ku ewlehiya di deryayê de ya gihandinê, li ser rakirina givaşên ser Yemenê ye û got.
“Ji bo dest ji tiştekî bidin berdan, tenê bikaranîna çekên nuklerî têr nake. Gelên berxwedêr her weha dikarin bandorê li damarên bazirganiya navdewletî bikin. Ji ber ciyên wan yê erdnîgariyê, ciyên stratejik in.”
El-Welai, got; eger temamê rêyên jiyanê yên xelkê Yemenê bigrin, Yemen girtina Tengava Bab el-Mendebê ji xwe re weka rêyekî rewa dibîne û divê dinya fêm bike ku xelkê Yemenê bêdeng namire. El-Welai dewam dike:
“Ez bang li civaka navdewletî dikim ku givaşa ser Yemenê rakin da Tengava Mendebê vekirî bimîne. Eger hun zora li ser wan zêde bikin, wê derbasbûna di Tengavê de jî zahmet bibe.”
Tengava Bab el-Mendebê Derya Sor û ya Kendava Adenê bi hev re girêdide. Ji bo bazirganiya dinyayê buhirekî girînge û ji ber bazirganiya deryayî ya dinyayê %12ê wê û gihandina bazirganiya konteyniran jî ji 1/4ê wê di Tengava Mendebê de dibe.
Hûsiyên Yemenê ji ber givaşa Erebistana Saûdiyê ya li ser wan û êrîşên Erebistanê yên ser balafirgeha Sana ya navdewletî, Hûsî ragihandibûn ku Tengava Bab el-Mendebê ji keştiyên Erebistanê re girtine.