PeyamaKurd – Yek ji kesayeta taximê xiyaneta 16ê Cotmehê Ala Talabanî, di salvegera kuştina Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendis de ku 3yê Çileya 2020an li Bexdayê ji aliyê Amerîkayê ve hatibûn kuştin, peyameke pesindariyê belav kir.
Ala Talabanî ku endama encûmena YNKê ye, doh li ser twittera xwe ya fermî peyameke pesindariya Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis parve kir.
Ala Talabanî got: “Wê dîrok pêşengiya we ya têkoşîna dijî rejîma dîktatoriyê û şerên rizgarkirina ji rêxistina terorê bibîr bîne. Tu bi rûkenî di nav me de jiyayî. Xwedê te biparêze Ebû Mehdî.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Ala Talabaniya endama encûmena YNKê di nav taximê Lahor Talabanî de cî distîne û bi nêzîkbûna xwe ya xeta Îranê tê zanîn.
سيذكر التاريخ بانك قارعت النظام الديكتاتوري شجاعا ،و قدت معارك تحرير الأرض من أعتى تنظيم إرهابي قائدا و شجاعا ..
— Ala Talabani آلا طالباني (@TalabaniAla) January 2, 2021
عشت بيننا مبتسما، و فارقتنا مبتسما.
رحمك الله أبو مهدي. pic.twitter.com/F2uCsPnnj7
Dema referandûma serxwebûna Kurdistanê dîsa parvekirinek kiribû û gotibû, “Ez bi ala Iraqê serbilind im.”
Ala Talabanî herwiha 3-4 sal berê ligel endamê Polîtburoya YNKê Adil Murad yek ji wan kesayetên hewla qutkirina budçeya Kurdistanê dabû û niha jî vê erka xwe didomîne.
Her çiqa paşnavê wê ‘Talabanî’ ye jî nayê wateya ku nêzîkî Mam Celal Talabanî ye. Çunkî gelek kes wê wekî biraziya Mam Celal dizanin, lê di rastiyê tam jî ne wisa ye.
Ala Talabanî ji dûr ve xizmantiya wê bi Mam Celal re heye, lê belê bi taximê Lahor re nêzîkî xeta îrancîtiyê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin