PeyamaKurd - Ajansa nûçeyan a Reutersê, li ser zarê çavkaniyên agahdar ragihand ku rêveberiya Îranê, ji bo rûbirûbûna êrîşeke muhtemel a Amerîkayê ya li ser binesaziya wê ya enerjiyê, bang li tevgera Hûsiyan a Yemenê kiriye rêyên bazirganiya deryayî yên li Deryaya Sor bi temamî daxînin.
Çavkaniyên nêzîkî Hûsiyan dan xuyakirin ku li nêzîkî Tengava Babûlmendebê, li bendera Hudeydeyê û li bilindahiyên nêzîkî Kendava Adenê hejmareke zêde ya fûşe û balafirên bêmirov hatine amadekirin û hêzên wan tenê li benda fermana dawî ya êrîşê ne.
Hêjayî gotinê ye, Îran bi vê stratejiya nû ya di navbera Tehran û Hûsiyan de dixwaze ji bo bilindkirina bihayê petrolê û zexta li ser Washingtonê zêde bike.
Piştî ku Tengava Hurmizê ji dawiya meha Sibatê ve ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, piraniya petrola Kendavê di ser xeta boriyan re ber bi Deryaya Sor ve dihat şandin û niha nêzîkî ji sedî 7ê dabînkirina enerjiyê ya gerdûnî di vê rêyê re derbas dibe.