PeyamaKurd- Hat ragihandin ku li Sûdanê, Artêşê avahiya televizyona dewletê dorpêç kir û hinek leşker ketin hundirê avahiyê. Ajansa Reutersê ragihand ku el Beşir dest ji kar berdaye. Di demek nêz de dê artêş daxuyaniyekê bide.
Al Mayadeenê ragihand ku artêşa Sûdanê biryar da ku Serokomarê Sûdanê el Beşir û hikûmeta wî ji kar were dûrxistin.
Ji aliyê din ve Televizyona Al Hadath ê jî ku xwe dispêrê çavkaniyên xwe piştrast kir ku Serokomarê Sudanê dest ji kar berdaye.
Televizyona dewletê ragihand ku di demek nêz de artêş dê daxuyaniyeke girîng bide.
الناشط السياسي فارس النور: الأنباء تتوارد على أن الشعب السوداني خرج للشارع لترقب الانقلابيون pic.twitter.com/qqtlMYvzcH
— الحدث (@AlHadath) 11 Nisan 2019
REUTERS: EL- BEŞÎR DEST JI KAR BERDA
Ajansa Reutersê ku xwe dispêrê çavkaniyên hikûmetê ragihand ku el Beşir dest ji kar berdaye û ji bo konseya rêvebirina demkî were ava kirin gotubêj dewam dikin.
Li Sûdanê ji 19ê meha 12an a 2018an û vir ve ji şert û mercên jiyanî û zêdebûna kelûpelan çalakiyên protestoyî tên lidarxistin û çalakvan dixwazin ku el Beşir dest ji kar berde.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin