PeyamaKurd – Endamên nû yên Lijneya Birêveberiya Navendî ya AKPê, hatin diyarkirin.
Berdevkê partiyê careke din bû Omer Çelîk, Bînalî Yildirim û Nûman Kûrtûlmûş bûn Cîgirê Serokê Giştî ê AKPê.
Erkan Kandemîr bû Serokê Teşkilatê, Hayatî Yazici bû Serokê Karên Hiqûqî û Sîyasî, Alî Îhsan Yavûz bû Serokê Karên Hilbijartinê, Hamza Dag Serokê Danasîn û Medyayê û Efkan Ala weke Serokê Karûbarên Derve hat erkdarkirin.
Jûlîde Sarieroglû bû Seroka Polîtikayên Civakî, Ozlem Zengîn bû Seroka Karên bi Gel re û Civaka Sivîl û Mehmet Ozhasekî jî bû Serokê Rêveberiyên Xweser.
Leyla Şahîn Ûsta bû Seroka Mafên Mirovan, Omer Îlerî bû Serokê Teknolojiya Ragihandinê û Zanistê û Çîgdem Karaaslan bû Seroka Hawirdor, Bajar û Çandê.
Nûrettîn Canîklî bû Serokê Karên Aboriyê, Vedat Demîroz bû Serokê Karûbarên Îdarî û Malî û Mûstafa Şen jî bû Serokê Ar-Geyê.
Herwiha biryar hat dayîn, Nacî Bostanci weke Serokê Koma AKPê bimîne. Bulent Mahîr Unal Serokê Medya û Danasînê, Mûstafa Elîtaş, Bulent Tûran, Emîn Akbaşoglû û Cahît Ozkan wê weke Wekîlê Serokê Komê yê Parlamentoyê kar bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin