PeyamaKurd – Rêvebriya Tehranê ragihand ku ji bo têkiliyên navbera Tehran û Riyadê normal bibin, civîna 5 em ya di navbera her dû dewletan de li Bexdayê hat kirin. Ragihandin ji aliyê medya civakî ya “Nournews” ê de ku girêdayê konseya bilind ya ewlehiya netewî ya Îranê ye de hat kirin. Li gor ragihandina Îranê civîn bi awayekî baş hatiye kirin.
Li gor ragihandina Tehranê; wê civîna pêşiya me di asta wezîrên karên derve yên her dû welatan de bêkirin.
Pirsgirêka dîplomatîk ya di navbera Tehran û Riyadê de di sala 2016 an de bi îdama zilamê Şîa yê ayînî Nimr en- Nimr û 47 kesan ve ku li Erebistanê bi sûce terorê hatibûn tewankirin û hatibûn îdamkirin, destpêkiribû. Paşî konsulxaneya Erebistanê ya bajarê Meşhedê hatibû dagirkirin û mijara her dû Yemenan bi xwe di navbera wan de bûbûn pirsgirêkên mezin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin