Rêxistina Bellûcan li Pakistanê xist: 53 kesan can dan

Rêxistina Bellûcan li Pakistanê xist: 53 kesan can dan

PeyamaKurd - Li Pakistanê, di encama sê hêrişên cuda yên ku Artêşa Rizgariya Belûcistanê (BLA) li dijî baregeha polêsan, xeta trênê û otobanê pêk anî de, bi dehan kesan canê xwe ji dest dan.

Rayedarên Pakistanî diyar kirin ku di encama hêrişan de 53 kesan canê xwe ji dest dane, lê belê BLAyê ragihand ku hejmara kuştiyan ji yên hatine gotin bêhtir in.

Artêşa Pakistanê ragihand ku di pevçûna ku li ser rêya bejahiyê ya ku otobus û kamyonan kiriye armanc de 14 leşker û polês û 21 sivîlan canê xwe ji dest dane.

Rayedarên herêmî diyar kirin ku di hêrişa li ser otobanê ya li dijî otobusan de hêrişkaran piştî ku nasnameya rêwiyên otobusan kontrol kirin, gelek rêwiyan gulebaran kirin, otobusê şewitandin. Rayedaran dan zanîn ku di vê hêrişê de herî kêm 23 kesan can daye.

Her wiha rayedaran ragihandin ku di hêrişa li dijî baregeha polêsan de herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dane û 6 kes jî di êrîşa li ser pira trenê de jiyana xwe ji dest dane.

BLA berpirsiyariya hêrişên ku wan jê re got "Haruf" girt ser xwe û angaşt kir ku wan hêrişên din ên ku ji hêla rayedaran ve nehatine piştrast kirin pêk anîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin