Wezîrê Tirk: Rûsyayê cihê yekîneyên me zanibû

Wezîrê Tirk: Rûsyayê cihê yekîneyên me zanibû

PeyamaKurd- Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar li ser êrîşa Idlibê ya şeva borî ku 33 leşkerên wan hatine kuştin daxuyanî dan.

Akar got, tevî berê hebûna kordînasyona navbera Tirkiye û Rûsyayê ya li ser qadê jî êrîş li dijî yekîneyên wan ên leşkerî hatiye kirin.

Akar destnîşan kir ku Rûsyayê cihê yekîneyên wan zanîbû û da xuyakirin, “Piştî êrîşa yekemîn tevî hişyariyêdanê jî mixabin êrîş berdewam kiriye. Di êrîşa hewayî de heta li ambulansan jî xistine. Herwiha divê bînim ziman ku li derdora yekîneyên me ti komek çekdar jî nebû.”

Wezîrê Tirk ragihand ku dê xwîna leşkerên wan li erdê nemîne û ew dê operasyonên xwe yên li dijî hêzên rejîma Sûriyê berdewam bkin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin