PeyamaKurd – Serdozeriya Îstenbolê di derbarê rojnamevan İbrahim Haskoloğlu de lêpirsînê kir û di encamê de wî birin hemberê dadger û dadger bi sedema ku agahiyên kesayetî di rêyên ne rewa de bidest xistiye, biryara girtina wî da û wî şandin zîndanê. Haskoloğlu di 19 ê mehê de ji aliyê polîsan de hatibû binçavkirin.
Hasoloğlu di ser hesabê xwe yê Twitterê de wêne û agahiyên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan û yên serokê MİT ê Hakan Fidan di ser nasnameya wan de parvekiribû. Wezareta karên hundir yê Tirkiyê di derbarê wî de bi fermî gilî kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin