PeyamaKurd – Rojnameya Keyhan a nêzîkî Rêberê Olî yê Îranê Ayettullah Alî Xamaneyî di gotareke xwe de gefa îdamê li xwepêşanderan xwar û got ku kesên serkêşiya protestoyan dikin dê ji aliyê erka darazê ve bi îdamê werin sizadan.
Herwiha di nivîsa rojnameyê de hatiye îdiakirin ku kesên hatine binçavkirin di jêpirsînên xwe de îtiraf kirine ku wan ji bo pereyan beşdariya çalakiyan kiriye.
Rojanameya navborî dibêje, "Rayedarên darazê nirxandina sizkirina bi îdamê ji bo serokên xwepêşandanan dikin. Di vê çarçoveyê dê sûcê wan kesên aloziyê derdixin serîhildan e û cezayê wê jî li gorî hiqûqa ceza û şer’î îdam e.”
Di protestoyên ku 16ê Mijdarê bi hinceta bihakirina nirxê benzînê li seranserê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê destpê kirine de heta niha bêhtirî 200 kes ji aliyê hêzên ewlekariya rejîma Îranê ve hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin