PeyamaKurd- Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî rewşa Kovid-19 ê û rewşa sala 1980 yan ya şerê Iraq û Îranê bi hev şuhiband û bo pêla sêyem ya Kovid-19 ê hişyariyê da milletê. Ji xelkê xwest ku bo paqijiyê li xwe miqate bin.
Rûhanî got ku heya niha di ser 20 hezar kesî de nexweş mirine û weka şerê di navbera Iraq û Îranê de ku di ser 1 mîlyon kesî de can dabûn, binav kir. Hesen Rûhanî, axaftina xwe di civîna Tehranê de ya bi navê Rêxistina Têkoşîna Netewî ya li dijî Kovid-19 ê de kir.
Rûhanî got ku pêla sêyem ji ya duyem û yekemê girantire, çawa di şerê Iraq û Îranê de wezîfedarên tenduristiyê bi canfîdane xebatê dirikin, îro jî bi Kovid-19 ê re heman xebatê û têkoşînê dikin û weha got:
“Îro jî weka wan rojan pêdiviya me bi fîdakariyê heye. Her çendîn topên dijmin yên hawanan, bombeyên wan û fuzeyên wan nêzî me nînin jî, li ciyekî weha tije nexweş kom bibin, ew der mirov dikare bi sînorê meydana şer yê xeta sînor ya bi talûke bişuhibîne. Ji her 7 deqeyan yek kes ji nexweşînê dimre, divê herkes mesafeya xwe biparêze, li paqijiya xwe miqatebe û eger hun nekin dibe ku pêla sêyem were."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin