PeyamaKurd – Wezareta kar û barên derve ya Rûsyayê ji bo şêwrê balyozê xwe yê li Ermenistanê xwest here Moskovayê. Sedem jî ji ber nêzîkbûna Ermenistanê û Yekîtiya Ewrûpaye û Rûsya ji vê xwenêzkirina Ermenistanê aciz e.
Di daxwuyaniya Rûsya de ku balyozê xwe yê bi navê Sergey Kopyrkin yê Erîvanê xwest Moskovayê got:
“Ev pêngavên Ermenistanê zerarê dide hevkariya nav Yekîtiya Aboriya Avrasyayê (EAEU).”
Eger Ermenistan û Rûsya li hev nekin, dibe Ermenistanê ji endamtiya EAEUyê derxin an endamtiya wê bicemidînin.
Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan piştî bû serokwezîrê Ermenistanê, partiya wî daîma li pêş diçe û siyasetekî Rojavayî dimeşîne. Ne terefdarê tevgerên Rûsyaye.