PeyamaKurd-Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova, li ser serlêdana endamtiya Finlandiyayê ya ji bo NATOyê got ku bersiva me ya li dijî Finlandiyayê, dê ji nişke ve çêbibe. Zakharova destnîşan kir ku dê helwesta wan, li ser bicihkirina çek û cebilxaneyan zelaltir bibe.
Li gorî nûçeya ku ji Ajansa Nûçeyan a Rûs hat belavkirin, Maria Zakharova, pirsên rojnamevanan ên di derbarê serlêdana endamtiya Finlandiyayê ya ji bo NATOyê de bersivandine. Hat ragihandin ku Zakharova gotiye, ew ê bersiva Rûsyayê, li gorî pêşveçûnan û taybetiyan were dayîn. Zakharova bi berdewamî gotiye, “Ev pirs, li hember wezareta me ya berevaniyê ye. Ew ê di pêşveçûnên pêvajoya endamtiya Finlandiyayê de hemû faktor û hûrgilî werin nirxandin û bi vî awayî dê biryar were dayîn. Ev biryar, beriya her tiştî dê ji aliyê artêşa me ve were dayîn.”
Hat zanîn ku dê berteka Rûsyayê ya li hember Swêdê jî li gorî bicihkirina yekîneyên leşkerî yên biyanî û bicihkirina çek û cebilxaneyan were nîşandan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin