PeyamaKurd- Di Buhira Kerçê de agir bi 2 keştiyan ket û di wan de 10 kes mirin. Wezareta ragihandinê ya Rûsyayê bûyerê ragihand û got ji bilî 10 miriyan 14 kes jî hatine rizgarkirin.
Ajansa Deryayî ya Rûsyayê bûyerê da çapemeniyê û got ku agir bi keştiyan ketiye û di yekê ji wan de teqîn çêbûye. Di keştiyekî ji wan de 17 kes hebûn û di ya dinê de 14 kes hebûn. Di keştiya ku nasnameya wê Tanzanyaye de, di nava wan de xebatkarên Hindî û Tirki jî hene.
Li gor ragihandina wezareta Rûsyayê; di nava 31 muretebatan de 16 hemwelatiyên Tirk hebûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin