PeyamaKurd- Alîkarê Serokê Konseya Ewlekariyê ya Rusyayê Dmitriy Medvedev gef xwar û got ku heger pêwîst bike, Rusya ji bo bikaranîna çekên nukleerî dudil nabe.
Dmitriy Medvedev, di çalakiya ku ji aliyê saziya sivîl a Rusyayê 'Znaniye' ve hat organîzekirin de axivî û li ser hegera bikaranîna çekên nukleerî gef xwar.
Medvedev diyar kir ku çekên nukleerî ji bo Rusyayê, gelek girîng in û wiha got:
"Heger çeka we hebe û wekî serokê berê yê dewletê ez dizanim ew çi ye, divê hûn ji bo rewşeke diyarkirî amade bin ku ji bo bikaranîna wê, em ê dudil nebin. Divê yek ji van faktoran ji aliyê hevrikên me yên potansiyel ve sivik neyê girtin."
Medvedev diyar kir ku cîhan nexweş e û dibe ku li ber şerekî nû yê cîhanê be û destnîşan kir ku şerê cîhanê yê nû, ne neçarî ye û dikare pêşî lê were girtin.
Her wiha Medvedev hişyar kir ku îhtîmala pevçûna nukleerî li cîhanê zêde dibe û got,
"Çalakiyên rojavayî yên ji bo kişandina çekan ji bo Kievê, şerê cîhanê nêzîktir dike. Çêtir e ku Ukrayna di dema pêş de ji aliyê Polonya û welatên din ve 'bi bêdengî parçe bibe' ne ku Ukrayna tevlî NATOyê bibe yan jî dest bi şerekî cîhanî bikin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin