PeyamaKurd – Berdevka wezareta karên derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova li ser xeberên ku di medya Yûnansitanê derketine û dibêjin wê Yûnanistan sîstema parastina hewayî ya S-300an bide Ûkraynayê axifî û got:
“Dest ji planên xwe yên talûke berdin. Ev êrîşkeran teşwîq dike û kiryarekî dijminane ye. Peymanên navbera me îznê nade Yûnanistanê ku sîstema parastina hewayî ya S-300an bide welatekî dinê an ku welatekî sêyem. Encamên îhlala berpirsiyariyan wê mecbûrî bin. Wê hêza berxwedana Yûnanistanê qels bike.
Yûnanistan bi vê kiryara xwe, guh nade peymanên navdewletî yên sîlihan. Techîzatên ku bişînin Kîevê, wê bên şopandin û îmhakirin. Heya nebûye dereng, dest ji planên talûke berdin. Em hişyariyê didin rêvebiriya Yûnanistanê ku wê ji van planan berpirs be.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin