Rûsya: “Me fuze navêtiye Polonyayê”

Rûsya: “Me fuze navêtiye Polonyayê”

PeyamaKurd – Îro 2 fuze li gundekî Ûkraynayê ketibûn û di encamê de 2 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Li gor çapemeniya giştî ya dinyayê; heya niha ciyê ku fuze jê hatine avêtin diyar nîne. Lê li hemberê fuzeyên ku li Polonyayê ketine bertek hene. Li ser mijarê NATO yê ragihand ku wê axa her endamekî xwe biparêzin û tewrê NATO yê zelale.

Li aliyê dinê Amerîkayê ragihand ku ji bo mijarê zelal bikin, bi hukumeta Polnya re xebatê dikin. Li ser mijarê daxwuyaniyekî ji wezareta bergiriyê ya Rûsyayê hat dayîn. Wezaret di daxwuyaniya xwe de got ku wan êrîşeka weha nekirine û weha got:

“Ragihandinên medya Polonyayê û yên rêvebirên wan ji bo rewşê asteng bikin, bi zanîn provakasyonan dikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin