Rûsya: Pêwendiya me li Kirimê bi balafira An-26 re qut bû

Rûsya: Pêwendiya me li Kirimê bi balafira An-26 re qut bû

PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Rûsyayê ragihand ku pêwendiya Rûsyayê li Kirimê bi balafirekî An-26 re hatiye birîn û di derbarê dahatûya muretebatê balafirê de tiştekî zelal nîne.

Li devera ku têkiliya wezaretê bi balafirê re qut bûye, lêgerîn û rizgarkirina balafir û muretebatan destpêkiriye.

Tevî heya niha ti agahiyekî fermî nehatiye dayîn jî wisa xwuya dike ku dibe balafir ketibe.