Rusyayê, bersiva daxwazên vekisîna ji Zaporijyayê da

Rusyayê, bersiva daxwazên vekisîna ji Zaporijyayê da

PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Rusyayê ve bersiva wan welatên ku daxwaza vekişîna Rusyayê ya ji santrala nukleerê ya Zaporijyayê kiribûn, hat dayîn. Di bersiva hat dayîn de rê li ber vê daxwazê hat girtin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Alîkarê Serokê Daîreya Enformasyon û Çapemeniyê yê Wezareta Karên Derve ya Rusyayê Ivan Nechayev ve hat dayîn de rê li ber daxwaza vekişîna ji santrala nukleerî hat girtin.

Nechayev da zanîn ku dê bêçekbûna li Zaporijyayê, santralê bê parastin bihêle. Ivan Nechayev eşkere kir ku ew li daxwaza vekişînê erênî nanihêrin lê belê ew li bendê ne ku di demeke nêzîk de nûnerên Saziya Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) werin herêmê û venêrîna santralê bikin.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, piştî hevdîtina xwe ya ku duh li Ukraynayê pêk hanîbû, bang li Rusyayê kiribû ku ew naxwazin bûyereke din a Çernobîlê bijîn. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres jî dabû zanîn ku heger zerarek li santrala Zaporijyayê bibe, ev yek dê bibe xwekujî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin