PeyamaKurd - Artêşa Rûsyayê navenda paytexta Ukraynayê Kiyevê bi êrîşeke asmanî kir armanc.
Serokê Şaredariya Kiyevê Vitali Klitschko li ser hesabê xwe yê tora civakî parve kiriye, di encama êrîşên li ser 5 herêmên cuda yên paytextê de, li gelek avahî û apartmanan hilweşîn çêbûne û agir bi avahiyan ketiye.
Klitschko ragihand ku di van êrîşan de 9 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 30 kesî jî birîndar bûne ku di nav wan de 4 zarok jî hene.
Hêjayî gotinê ye, ev êriş wekî duyemîn êrîşa herî mezin a vê hefteyê ya li ser Kiyevê hat tomarkirin.