Rusyayê, li Deryaya Res tetbîqata bi guleyên rasteqîn kir

Rusyayê, li Deryaya Res tetbîqata bi guleyên rasteqîn kir

PeyamaKurd- Wezareta Parastinê ya Rusyayê ragihand ku piştî bidawîbûna Peymana Genimî ya Deryaya Reş, li bakurê rojavayê Deryaya Reş tetbîqata leşkerî ya bi gulebarana rasteqîn hat kirin.

Piştî di daxuyaniya wezaretê de hat gotin ku "Keştiyên ku bigihîjin benderên Ukraynayê dê wekî keştiyên barhilgir ên leşkerî bên hesibandin."

Di daxuyaniyê de li ser plansaziya tetbîqatê hûrgilî hatin parvekirin û wiha hat gotin:

"Li gorî plansaziyê, şerê li dijî hêzên Komkeştiya Deryaya Reş, tîmên keştiya xaçerê ya moşekê ya Ivanovets a li qada perwerdehiya şer a li bakurê rojavayê Deryaya Reş, moşekên zindî li keştiya hedef dan.”

Di daxuyaniyê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku ji bilî girtina devera ku qedexeya seyrûseferê lê hatiye danîn, ji derbasbûna keştiyan re tetbîqat li ser girtina keştiyên ku bê destûr dikevin van deveran, hatine kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin