PeyamaKurd – Rûsyayê bi balafirên bêpîlot û moşekan êrîşî paytexta Ukraynayê Kîevê kir. Di êrîşan de herî kêm 4 kes mirin.
Li gor daxuyaniya Hêza Hewayî ya Ukraynayê, Rûsyayê di saetên serê sibê de 39 balafirên bêpîlot ên Şehîd, balafirên bêmirov ên din û 4 moşekên balîstîk avêtine nava axa Ukraynayê. Parastina hewayî ya Ukraynayê ragihand ku 2 moşek û 24 dron xistine xwarê.
Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Bajarê Kîevê Tîmûr Tkaçenko diyar kir ku di encama ketina moşekê li taxa Şevçenkîvskî de 4 kes mirin. Tkaçenko da zanîn ku li taxa Desnyansky jî mayîn ketine.
Şaredarê Kîevê Vitali Klitschko got ku camên şikestin û dûman ji ketina avahiyeke niştecihbûnê ya li taxa Shevchenkivskyi bilind dibe û got ku boriyeke avê jî xera bûye.
Wî herwiha got ku rawestgeha metroya Lukyanivska piştî êrîşan xisar li dergehê wê yê camê kir hat girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin