Sûdanî: Em amadekariya civîna Tehran û Washingtonê li Bexdayê dikin

Dîroka Weşanê :
Sûdanî: Em amadekariya civîna Tehran û Washingtonê li Bexdayê dikin

PeyamaKurd- Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di hevpeyvîneke televîzyonê de ji kanala Meyadînê re ragihand ku, Bexdayê dest bi hewldanên rêkxistina civîneke dualî di navbera Tehran û Washingtonê de kiriye da ku dest bi danûstandinan bikin.

Sûdanî got ku, wî pêşniyar daye Nûnerê Amerîkayê û ne aliyê Îranî û ne jî yê Amerîkayî li dijî danûstandinan e, her çend her yek ji wan şert û rêkarên xwe yên taybet hebin jî.

Bêçekkirina komên çekdar biryareke netewî ye

Sûdanî li ser asta navxweyî jî tekez kir ku, bêçekkirina koman biryareke neteweyî ya Iraqê ye û beşek ji bernameya wê ye û komên çekdar di navbera du bijardeyan de ne; Ya yekê ew e tevlî dezgehên ewlehiyê yên fermî bibin û ya duyem jî ew e rêya siyasî bişopînin.

Hêjayî gotinê ye, di demeke ku komên wekî Esaîb Ehil Heq û Lîwayên Îmam Elî piştgirî dane sînordarkirina çekan di destê dewletê de, ketîbeyên Hizbulahê û Tevgera Nucebayê fikra bêçekkirinê red kiriye û tekez kiriye ku şerê hêzên Amerîkayê ew ê bidomînin.

Ev pêngav di demekê de ye ku, Amerîka zext li ser Bexdayê zêde kiriye da ku rê li ber tevlîbûna komên çekdar di avakirina hikûmeta bê de bigire, tevî ku wan hejmareke berçav a kursiyên parlamentoyê jî bi dest xistiye.