Karnameya rûniştina yekem a Parlamentoya Iraqê hate eşkere kirin

Dîroka Weşanê :
Karnameya rûniştina yekem a Parlamentoya Iraqê hate eşkere kirin

PeyamaKurd- Nivîsgeha Ragihandinê ya Parlementoya Iraqê karnameya rûniştina yekem a gera şeşan a Parlamentoya Iraqê belav kir. Li gorî wê karnameyê, rûniştinê sibe Duşemê 29ê Kanûnê li saet 12:00ê nîvro tê lidarxistin.

Rûniştin ji du beşên sereke pêk tê. Beşa yekê dê ji bo endamên parlamentoyê be. Beşa duyem jî dê hilbijartina Serokê Civata Nûneran û her du cîgirên wî be.

Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd bi rêya derxistina mersûma komarî ya hejmar 54 ji bo lidarxistina rûniştina yekem gazî parlamenterên hilbijartî kiribû.

Ev biryar li gorî madeya 54ê û benda çaremîn a madeya 73ê ya destûra Iraqê derketiye, piştî ku Dadgeha Bilind a Federal encamên dawiyê yên hilbijartinan pejirandin.

Rûniştina yekem a gera şeşan a Parlementoya Iraqê piştî hilbijartinên giştî yên 11ê Mijdara 2025ê birêve diçe. Li gorî peyrewê navxwe yê parlamentoyê û siyaseta Iraqê, rûniştina yekem dê ji aliyê endamê herî temen mezin ê parlementoyê ve bê birêvebirin heta hilbijartina desteya serokatiyê ya nû. Ji bo vê gerê, parlamenterê parêzgeha Besrayê yê 77 salî Amir Huseyn Casim Faîz dê serokatiya vê rûniştinê bike.

Li gorî yasayên Iraqê, posta Serokê parlementoyê ji bo Suniyan, Cîgirê Yekem ji bo Şîeyan û Cîgirê Duyem jî ji bo Kurdan e. Pêvajoya hilbijartina serokatiya parlementoyê hewceyî piraniya dengan (50+1) a hemî endamên parlementoyê ye.

Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan hîn li ser namzedekî ji bo posta Serokwezîrê Iraqê û Sunî jî li ser namzedekî ji bo posta Serokê Parlementoyê negihîştine lihevkirinê.