PeyamaKurd- Hate ragihandin ku 11 welatiyên Sûriyê di çemê El Kebîr ê li bakurê Lubnanê de li ber avê çûn.
Hate zanîn zarok jî di nav de 11 welatiyên Sûriyê dema dixwestin çemê El Kebîr li ser sînorê Sûriyeyê û Lubanê derbas bikin û vegerin Sûriyeyê, li bar avê çûn.
Medyaya fermî ya Sûriyeyê ragihand ku Hêzên Parastina Sivîl mêrek û 2 jin xilas kirin, 8 kesên din jî hîna winda ne.
Li gorî agahiyan, kesên winda kalemêrek, 2 jin û 5 zarok in. Lêgerîna ji bo kesên li ber avê çûne dewam dike.
Hêjayî bibîrxistinê ye, di demên dawî de ava çemê El Kebîr zêde bûye, hin welatî jî bi qaçaxî çem derbas dikin û ev jî jiyana wan dixe xetereyê.