Sûdanî Serkeftina Xwe Ragihand: "Em Amadekariya Hikûmeta Nû Dikin"

Dîroka Weşanê :
Sûdanî Serkeftina Xwe Ragihand: "Em Amadekariya Hikûmeta Nû Dikin"

PeyamaKurd – Li gorî encamên nefermî yên hilbijartinên giştî yên Iraqê, Hevpeymaniya "Nûavakirin û Geşepêdanê" ya bi serokatiya Serokwezîr Mihemed Şîa Sûdanî, bi bidestxistina 45 kursiyan bû hêza yekem a parlamentoyê. Sûdanî piştî ragihandina encaman, peyama destpêkirina xebatên ji bo avakirina hikûmeta nû da.

Sûdanî di peyama xwe ya piştî hilbijartinê de tekez kir ku qonaxa li pêşiya wan, avakirina hikûmeteke xurt e. Wî got,

"Niha karê me ew e ku em hikûmeteke nû ava bikin ku îrade û bernameyên gel temsîl bike. Pêşîniya me Iraq e û Iraq dê bi biryardariya zarokên xwe yên dilsoz her dem di rêza yekem de bimîne."

Serokê lîsteya serketî bang li hemû aliyên siyasî kir ku berjewendiyên bilind ên welêt esas bigirin û rêzê li îradeya dengderan bigirin. Sûdanî da zanîn ku koalîsyona wan "bêyî îstîsna" ji bo danûstandina bi hemû aliyan re vekirî ye.

Sûdanî di axaftina xwe de spasiya Komîsyona Bilind a Hilbijartinan kir ku pêvajo bi awayekî serkeftî birêve biriye. Her wiha, ji bo rola wan a rêberiyê û helwesta wan a neteweyî, spasiya Desthilata Bilind a Olî (Merciyet) kir.

Piştî belavbûna nûçeyê, alîgirên Sûdanî li kolanên Bexdayê bi karwanên otomobîlan serkeftina lîsteya xwe pîroz kirin.