PeyamaKurd- Serokê Iraqê Fûad Mehsûm li ser mijara betalkirina 2021 sindoqên dengan ji aliyê Meclisa Iraqê de, ragihand ku kiryar li dijî qanûna makezagonê ye.
Li gor ragihandina ku ji nivîsgeha serokkomariyê hat kirin dibêje: “Baweriya me ew e; biryara 2 roj berê ya ku ji aliyê meclisa Iraqê de hat dayîn ku hinek ji dengan betal kiriye û hinek jî wê bi desta bên jimartin, li dijî qanûna bingehîn ya Iraqê ye.”
Fûad Mehsûm hem ji Dadgeha Federal ya Iraqê xwestiye ku di mijarê de îzahatekî bide serokkomariyê. Partiyên dinan yên Iraqê weka serokkomar Mehsûm dibêjin ku erka meclisê tine ye ku dengan betal bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin