PeyamaKurd – Konferansa Berlînê ya bo rewşa Libyayê bi serpereştiya Almanya, piştevaniya Rûsya û çavdêriya Neteweyên Yekbûyî îro li Berlîn a Almanyayê dest pê kir.
Hat zanîn ku her du aliyê li Libyayê şerê hev dikin, Fermandarê Giştî yê Hêzên Artêşa Niştîmanî ya Libyayê Xelîfe Hefter û serokwezîrê hikûmeta demkî ya Wîfaqê Fayez Serac di konferansê de cî nagirin.
Li gorî ragihandina Euronewsê dê welatên beşdar mijara biryara şandina leşkeran a Tirkiyê jî tê de ev babet di rojeva gotûbêjên konferansê de ne:
- Pêkanîna agirbesteke domdar û aştiyê ku neyartiyan ji holê rake,
- Navber xistina nava xwe û komên cîhadî ku wekî terorîst hatine pênasekirin,
- Veguheztina girtiyan û termên kuştiyên aliyên şer,
- Dabînkirina ewlekariyê li niştîngehan û kelgehên petrolê,
- Daxwaza dorpêçan û dest danîna ser hesabên pereyên wan kesên têkiliya wan bi rêxistinên terorî yên wekî DAIŞê re hene,
- Qutkirina hemû alîkariyan bo rêxistin û kesên di lîsteya terorê de
- Ji bo hemû aliyan soza çavdêrîkirina qulnekirina ambargoya çekan û binpêkirinan
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin