Di encamanameya Konferansa Berlînê de ji bo meclîsa 'Hefter' pistgirî derket

Di encamanameya Konferansa Berlînê de ji bo meclîsa 'Hefter' pistgirî derket

PeyamaKurd – Encamnameya Konferansa Berlînê ya derbarê aştî û çareseriya siyasî ya krîza Libyayê de ku 19ê Çile hat lidarxistin, hat ragihandin.

Di encamnameyê de hat gotin, “Em piştgiriyê didin avakirina hikûmeteke yekgirtî, berfireh û tenê ku ji aliyê Meclîsa Nûneran a Libyayê ve bê pesend kirin.”

Hêjayî gotinê ye Meclîsa Nûneran a rojhilatê Libyayê piştgiriya hêzên Xelîfe Hefter dike ku bi hêzên hikûmeta Trablûsê ya Fayez Serac a Tirkiye piştevaniya wê dike re şer dike.

Di encamnameyê de bangewazî li Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku komîteyên teknîkî bo kontrolkirina agirbestê ava bike û piştgirî dan sîstemeke ewlekariyê ya yekdestî û sivîl li Libyayê.

Herwiha bang li hemû aliyan hat kirin, bi hilbijartinên dadwerane proseya veguhêz bidawî bînin û bi destpêkirina agirbestê re jî alîgirên aliyên leşkerî dawî li çalakiyên xwe yên leşkerî bînin.

Di encamnameyê de hat eşkerekirin ku dê komîteyeke şopandinê ya navdewletî di bin sîwana NY de bo biryarên Lutkeya Berlînê were avakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin