Sûriye welatiyên xwe yên li Iraq û Kurdistanê vediguhêze

Sûriye welatiyên xwe yên li Iraq û Kurdistanê vediguhêze

PeyamaKurd - Sûriyê ji bo vegerandina welatiyên xwe yên li Iraq û Kurdistanê asê mane, 2 geştên asmanî amade dike.

Balyozê Sûriyê li Bexdayê, Setam Dendeh ragihand ku ew dê heftane 2 geştên asmanî amade bikin, bo vegerandina welatiyên xwe ji Iraqê û Kurdistanê.

Li gorî plana hikûmeta Sûriyê dê balafirek ji balefirxaneya Bexda bifire û ya din jî ji balefirxaneya Hewlêrê bifire. Ji Bexda dê hezar û 200  û ji Hewlêrê jî dê 500 welatiyên Sûreiyê vegerin wî welatî.

Ew kes ji ber tvdîrên li hemberî korona û qedexeya derketinê asê mabûn.

Hêjayî gotinê ye ku berî belavbûna korona û rawestandina geştên asmanî, her hefte 2 geştên asmanî di navbera Hewlêr û Şamê de hebûn, yek jî di navbera Silêmaniyê û Şamê de bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin