PeyamaKurd – Hevşaredarên bajarê mezin ê Diyarbekirê û navçeyan digel ku piştî hilbijartinên 31ê Adarê 9 roj bi ser de derbas bûne jî hîn mazbeteyên wan nehatine dayîn.
Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Selçuk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik û hevşaredarên hilbijartî yên navçeyên Bajarênû, Peyas, Baglar û Sûrê ji bo mazbeteyên xwe bistînin daxwaz ji Lijneya Hilbijartinê kirin, lê tevî 9 roj derbas bûne bi ser hilbijartinê de jî hêj mazbeteyên wan nayên dayîn.
Hevşaredarên HDPê yên Amedê îro 9ê Nîsanê li ber avahiya Lijneya Hilbijartinê ya Kayapinarê daxuyaniyeke çapameniyê dan.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Selçuk Mizrakli ragihand ku Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) daxuyaniya xwe ya li ser encamên Diyarbekirê dereng dixe û sedemên vê jî ji raya giştî vedişêre.
Mizrakli diyar kir, tevî ku bi îradeyeke mezin a gel ew hatine hilbijartin û dixwazin dest bi karên xwe bikin jî dayîna mazbeteyên wan tê derengxistin ku dê ev yek YSKê di bin tohmetê de bihêle.
Mizrakli da zanîn ku hiqûqnasên wan li ser mijarê xebatên xwe didomînin û li bendê ne YSK dawî li vê helwesta xwe werîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin