PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî dibêje, ti peywendiyeke wan bi Moskow û Şamê re nîne û got, “Rûsya û rejîma Sûriyê li hemberî Kurdan di nav helwesteke dijminane de ne.”
Mazlûm Kobanî ji weşana One Defance Amerîkan re axivî û got, “Ez dixwazim ji xelkê Amerîkayê re bibêjim ku li vê derê tiştên gelek xirab rû didin û rêveberiya Amerîkayê rê daye ku li Sûriyê Kurd bên tunekirin û qirkirineke etnîkî li hemberî Kurdan pêk bê.”
Kobanî diyar kir dike ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di peywendiya telefonî de ji wî re gotiye ku ew dê ji bo rawestandina şer çi ji destê wî tê bike ku di vê mijarê hinek soz ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan wergirtine.
Mazlûm Kobanî dibêje, Erdogan guh nade Trump û sozên ku dane Trump bicih neanîne û bang li Trump dike, “Ez ji Serok Trump daxwaz dikim soza ku daye me bicih bîne û vî şerî rawestîne.”
General Kobanî dide zanîn, “Eger Amerîka bi temamî ji Sûriyê derbikeve, rûs û tirk dê planên xwe bi hevbeşî bicih bikin. Hemû destkeftiyên ku di heyama 5 salan de me ligel Amerîkayê bidest xistine dê bên têkbirin û baweriya Kurdên Sûriyê dê bi Amerîkayê nemîne.”
Fermandarê HSDê destnîşan dike ku divê Amerîka pabendî sozên xwe be û herwiha dikare li Sûriyê ji bo çareserkirina pirsa Kurd bibe alîkar.
Li ser helwesta Rûsya û Şamê jî Mazlûm Kobanî da zanîn ku Rêveberiya Xweser ligel herduyan hevdîtin pêk anîne û diyar kir, ti peywendiya HSDê bi wan hêzan nîne û wiha got:
“Ne rast e ku rûs û rejîma Sûriyê alîkariya Kurdan kiribe. Rûs û rejîma Sûriyê li hemberî Kurdan xwedî helwesteke dijminane ne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin