PeyamaKurd- Serokomarê Îranê yê berê Muhammed Xatemî got ku Îran di mijara demokrasî û edaletê de 100 salî bi paş de çûye.
Serokomarê Îranê yê berê Muhammed Xatemî, xwe li Îranê wekî serokê aliyê reformîstan dibîne û di malpera xwe de bi ciwanên reformîst re hevdîtinek pêk anî. Xatemî li ser rewşa Îranê ya dawî nêrînên xwe parve kirin:
“Li Îranê gendelî û bertîl gelekî zêde bûye. Reformîst û muhafezekar ji hev dûr ketin û pêre jî, protestoyên gel dest pê kirin. Êdî gendelî ew qasî zêde bûye ku şoreşa Îranê tehdîd dike. Êdî rejîm nikare edaletê temîn bike û li pêşiya gendeliyê bisekine.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin