PeyamaKurd – Vîdeoyek hat belavkirin û tê gotin kesê di vîdeoyê de tê xuyakirin serokê DAIŞê Ebubekir Bexdadî ye. Vîdeo li ser medyaya propogandayê rêxistina terorê DAIŞê hat belavkirin.
Li gorî dîmenên ku PeyamaKurd ji NewsWeekê wergirtine Serokê rêxistina terorê DAIŞê Bexdadî, qebûl dike ku li devera dawî ya di destê DAIŞê de, li Baxozê têkçûne lê amaje dike ku şerekî dirêj li pêşiya wan heye.
#BREAKING: The leader of the #ISIS terrorist group, Abu Bakr al-Baghdadi, appeared in a video for the first time since 2014. pic.twitter.com/m0AHT7r9n2
— Sarwan Wllatzheri (@SarwanBarzani_) 29 Nisan 2019
Di vîdeoya 28 xulekî de Ebubekir Bexdadî bi awayekî rûniştî xuya dike û li kêleka wî çekeke otomatîk heye. Bexdadî bi sê kesan re dipeyive ku rûyê wan nayê xuyakirin.
Amerîkayê ragihand ku derbarê dîmenên navborî de de lêpirsin hatiye destpêkirin.
‘LI BAXOZÊ KURDAN EM TÊK BIRIN!’
Bexdadî, qebûl dike ku li devera dawî ya di destê DAIŞê de li hember Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku Amerîka piştgiriya wan dike têkçûne lê amaje dike ku ‘şerekî dirêj ê bi xaçiyan re’ berdewam e.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê James Jeffrey ji bo Bexdadî gotibû, “Em nizanin ku li kû ye lê em hewil didin di zûditirîn dem de serokê DAIŞê yan jî serokê komên din ên terorîstî bibînin.”
Bexdadî herî di sala 2014 li Mizgefta el Nur a li Mûsilê dema weiz dide xuya kiribû. Piştî wê vîdeoe cara yekem e ku dîmên Bexdadî tên belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin