PeyamaKurd - Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Sûriyê Geir Pedersen, di civîna Konseya Ewlekariyê ya li ser mijara Sûriyê de ragihand ku komîteya nivîsandina destûra nû krîza li Sûriyê çareser nake.
Pedresen di civîna Konseya Ewlekariyê ya NY de got ku tevî hemû hewldanên çareseriya siyasî jî, hîn şer li Sûriyê ranewestiyaye û Komîteya Destûrê tenê rêvekirineke ji çareseriyê re û krîzê çareser nake.
Pedersen herwiha tekez kir ku Komîte wê bi destên gelê Sûriyê kar bike û dûrî destwerdanên derve be û bibîr xist, tevî hewldanên çareseriyê jî li ser erdê tiştek neguheriye û şer li Sûriyê berdewam e.
Pêkanîna Komîteya Destûra Sûriyê ji aliyê Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres ve 23yê Îlonê hatibû ragihandin.
Pedersen jî ragihand ku dê 30yê Cotmehê yekemîn civîna komîteyê li Cenevê bê lidarxistin.
Li aliyê din Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, vê komîteyê red dike û dibêje, ji ber ku ew ji sedî 30yê erda Sûriyê kontrol dikin, mafên wan jî heye tê cî bigirin
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin