Bayer AG 12 hezar xebatkar ji kar derdixe

Bayer AG 12 hezar xebatkar ji kar derdixe

PeyamaKurd- Şîrketa derman ya bi navê Bayer AG di çarçoveya xwenûkirinê de, wê 12 hezar xebatkarî ji kar derxe û beşa ‘tenduristiya heywanan’ jî bifroşe.

Şîrket dema beşa ‘tenduristiya heywanan’ bifroşe, wê giraniya xwe bide ser derman, tenduristiya muşteriyan û beşa giyayan (nebatan). Li gor rêjeyên şîrketê; li seranserê dinyayê, jimara xebatkarên Bayerê li dora 100 hezar kesiye. Ji vê jimarê 31 hezar û 620 kes li Almanya dixebitin.

Bayer AG berê jî bi sedema ku şîrketa Amerîkî ya keştûkalî (zîraî) ya bi navê Monsanto yê, bi 63 mîlyar dolarî kirîbû. Berya ku bikire, şîrket dermanê bi navê ‘Roundup’ ê ku dermanê gihaye, li ser dozvekirina karmendekî baxçeyan ku bi nexweşîna pençeşêrê ketibû, ji şîrketê 289 mîlyon dolar tazmînat sitendibû. Baxçevan di dosya doza xwe de gotibû ku ji dermanê bi navê ‘Roundup’ ê bi pençeşêrê ketiye.

Niha jî li dijî şîrketê 9 hezar doz hatine vekirin û kesên ku hevparên şîrketêne, di teredutê de ne û zorê didin ser şîrketê. Ji meha tebaxê û heya niha ji bihayê şîrketê, di bazara dinyayê de, 34 mîlyar dolar qedr û qiymeta wê ketiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin