Şandeya payebilind a Tirkiyê li Şamê ye: Hevdîtinên krîtîk bi Ehmed Şera re

Dîroka Weşanê :
Şandeya payebilind a Tirkiyê li Şamê ye: Hevdîtinên krîtîk bi Ehmed Şera re

PeyamaKurd – Şandeyeke payebilind a dewleta Tirkiyê, ku ji Wezîrê Derve Hakan Fidan, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler û Serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin pêk tê, îro ji bo serdaneke fermî gihaşt paytexta Sûriyeyê, Şamê.

Tê ragihandin ku şande dê bi Serokomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera û rayedarên din ên payebilind re bicive.

Ev serdana ku di salvegera yekem a rûxandina rejîma Esad (8ê Kanûnê) de pêk tê, wekî qonaxeke nû di pêwendiyên Enqere û Şamê de tê nirxandin. Di rojeva hevdîtinan de mijarên stratejîk ên wekî ewlehiya sînor, hevkariya siyasî û aborî hene. Her wiha, dê nirxandineke berfireh li ser pêvajoya "Peymana 10ê Adarê" ya ku di navbera Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera de hatibû îmzekirin, were kirin.

Li gorî agahiyan, mijara vekişîna hêzên Tirkiyê ji axa Sûriyeyê û rûbirûbûna metirsiyên ewlehiyê yên li başûrê welat, xalên herî girîng ên vê civîna krîtîk in. Tê çaverêkirin ku piştî hevdîtinan derbarê paşeroja hevkariya leşkerî û siyasî ya her du welatan de daxuyaniyên fermî bên belavkirin.