Şara gihîşt Enqerê wê bi Trump re bicive

 Şara gihîşt Enqerê wê bi Trump re bicive

PeyamaKurd - Serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, Ehmed El Şeraa, îro gihîşt paytexta Tirkiyeyê Enqerê, te gotin ku li lûtkeya NATO`yê bi Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amarîkayê Donald Trump re bicive.

Lûtke roja Çarşemê bi beşdariya 36 serokên dewlet û hikûmetan, digel hejmarek nûnerên welatên Kendavê, bi dawî dibe. El Şera li ser vexwendina Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan beşdar bû.

Trump roja Sêşemê, li kêleka Erdogan, ji rojnamevanan re got ku DYA`ê bi rêberê nû yê Sûriyeyê re "têkiliyek pir baş" heye û got ku ev "bi saya Serok Erdogan" e.