PeyamaKurd- Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Fransayê de hatin ragihandin, di doza gendeliyê de sizayê girtîgehê li Serokomarê berê yê Fransayê Nicolas Sarkozy hat birîn.
Li gorî nûçeyên hatin ragihandin, Dadgeha Temyîzê ya Parîsê biryara xwe li ser doza ku Sarkozy ji ber gendeliyê dihat darizandin da. Hat diyarkirin ku di çarçoveya dozê de 2 sal cezayê taloqkirinê û 3 sal cezayê girtîgehê li Sarkozy hat birîn.
Dadgehê biryar da ku Sarkozy sizayê xwe yê girtîgehê, bi kelepçeya elektronîk li malê derbas bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin