Savaya: Yên Amerîkiyan bikujin li ti cihekî cîhanê parastî nabin

Dîroka Weşanê :
Savaya: Yên Amerîkiyan bikujin li ti cihekî cîhanê parastî nabin

PeyamaKurd- Nûnerê Serokê Amerîkayê ji bo Karûbarên Iraqê Mark Savaya ragihand: "Amerîka li pey wan hemû kesan digere yên ku zirarê didin welatiyên wê û li her cihekî vê cîhanê bin ji wê xilas nabin."

Mark Savaya di peyamekê de li ser hesabê xwe yê Xê wêneyekî xwe bi Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth re parve kir û hişyariyeke tund da wan aliyên ku li ser jiyana Amerîkayîyan dibin gef ku ev daxuyanî piştî êrîşa ser leşkerên Amerîkî li Sûriyeyê hate dayîn.

Savaya diyar kir, her kesekî ku tevlî kuştina Amerîkayîyan bibe, divê tevahiya jiyana xwe ya kurt di tirseke giran de derbas bike ji ber ku ew li her cihekî cîhanê bin, hêzên Amerîkayê dê wan bikin armanc û dê bi bêrehmî wan tune bikin.

Ev daxuyanî wekî nîşana cidîbûna rêvebiriya nû ya Amerîkayê li ser parastina rûmet û jiyana leşkerên wê li derveyî welat tê dîtin.