Scholz: Hewcedarî, bi agirbesteke pêbawer heye

Scholz: Hewcedarî, bi agirbesteke pêbawer heye

PeyamaKurd- Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, ji ber pevçûnên ku ev 2 hefte ne li Sudanê berdewam dikin, diyar kir ku ji bo asayîbûna rewşa welêt, hewcedarî bi agirbesteke pêbawer heye.

Olaf Scholz, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re rewşa li Sudanê nirxand û got,

"Rewşa Sudanê, bi rojan e mirovan dike nav metirsiyê. Ya ku niha hewce dike, ji bo welêt agirbestek pêbawer e. Hêzên me yên çekdar ji duh ve ji bo ewlekariya welatiyên me dixebitin. Ez ji bo biryardariya wan, spasiya hemû kesên têkildar dikim."

Her wiha Scholz li Belçîkayê daxuyaniyek da çapemeniyê û operasyona valakirina artêşa Alman a li Sudanê jî nirxand û got,

"Ev, operasyoneke metirsîdar e. Lê belê ji bo ewlekariya welatiyên welatê me û welatên din girîng e. Wekî ku em hemû dizanin, operasyon dewam dike. Lê belê ji bo ewlekariya welatiyên ku dixwazin derkevin derve, ev operasyoneke ku baş hatiye amadekirin e û girîng e. Ji ber vê operasyonê, ez spasiya artêşa me dikim."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin