PeyamaKurd - Şanda Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Mele Bextiyar îro ligel Serokê Hevpeymaniya Saîrûn Muqteda Sedr hevdîtin pêk anî.
Hat ragihandin ku Mele Bextiyar ji Sedr re gotiye: “Gelên Iraqê ji ber pirsgirêkên dema borî westiyane û li hêviya xizmetkirin û çareseriya pirsgirêkan in. Di encama hilbijartinan de jî eşkere dibe ku gelên Iraqê çareseriyê dixwazin, ne kûrkirina nakokî û kêşeyan.”
Herwiha Mele Bextiyar diyar kiriye: “Gelê me bêyî misogerkirina mafên xwe qebûl nake beşdarî hikûmeta nû bibe. Divê ew ezmûnên tehl û bi êş ên derbasbûyî dûbare nebin. Hikûmetên berê yên Iraqê destûr cîbicî nekirin. Lewma vê yekê gelê me bêhêvî kir.”
Li gorî heman nûçeyê Muqteda Sedr jî gotiye: “Em dixwazin gelê Kurd di aramiyê de be û yekgirtî be. Mafên gelê Kurd parastî ne û kes nikare dest bavêje wan mafan.”
Sedr herwiha eşkere kiriye, ku divê hemû pêkhate ji bo berjewendiya gelên Iraqê, dûrê aqilê tayfegerî bin û rêzê ji hevre bigrin.
Sedr gotiye: “Gelê Iraqê cezayê wan kesan da ku bi riya tayfegeriyê gelê Kurd ceza bikin. Gelê Iraqê di hilbijartinan de hezkirin, aştî û biratî hilbijartin.”
Muqteda Sedr herwiha tekez kiriye, ku di hikûmeta nû de dê Kurd, Ereb, Şîe û Sûnnî û pêkhateyên din jî beşdar bibin û mafê hemû aliyan jî parastî be.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin