PeyamaKurd - Serokê Bizava Sedr, Muqteda es- Sedr hişyarî da Serokwezîrê nû yê Iraqê Adil Ebdulmehdî û got, “Heger heta salekê bi ser nekevî, em ê piştgiriya xwe bikişînin û di opozîsyonê de cî bigirin.”
Rêberê şîeyên Iraqê Sedr di peyama ku bo hikûmeta nû belav kiriye de, bi bîr xist ku wan salek mohlet daye Adil Ebdulmehdî û diyar kir, ger li ser zemîneke rast kar bikin em dê ji bo serkeftina wan piştgiriya xwe dewam bikin, lê heger bi taybet di xizmetguzariya gel, parastina ewlekariya sînoran û qada navnetewî de bi ser nekevin em dê li dijberê wan cî bigirin û opozîsyonbûnê hilbijêrin.
Bizava Sedr jî di nav hevpeymaniya ku hikûmeta Iraqê ya nû ava kiriye de cî digire.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin