Sedr nerazîbûn nîsanî Îran û Amerîkayê da

Sedr nerazîbûn nîsanî Îran û Amerîkayê da


PeyamaKurd - Muqteda Sedr got heke Amerîka an jî Îran midaxeleyî welatê wan bikin ew ê vê tu carî qebûl nekin.

Sedr di daxuyaniya nivîskî de hişyarî da Amerîka û Îranê ku midaxeleyî welatê wan nekin û ew ê destûrê nedin tiştekî wiha.

Sedr ji bo Îranê got "welatê ku ji bo berjewendiyên xwe ditirse" û wiha axivî: "Çawa ku em qebûl nakin tu kes tevî karê Îranê bibe bi heman awayî hêviya me ew e ku midaxeleyî karên navxweyî yên Iraqê jî nekin."

Sedr di sala 2007an da li Iraqê li dijî leşkerên Amerîkayê yên li welêt şer îlan kiribû û daxuyaniyên tund dabûn. Sadr vê carê jî ji bo Amerîkayê got "dewleta dagirker" û diyar kir ku ew ê tu carê destûrê nedin midaxeleyên rêveberiya Washingtonê.

Hin partiyên siyasî û alîgiran digotin ku bêyî piştgiriya Îran û Amerîkayê avakirina hikûmetê mimkun nîne, piştî vê Sedr ev daxuyaniya da.

Brett McGurkê Nûnerê Taybet ê têkoşîna dijî DAIŞê yê Donald Trumpê Serokê Amerîkayê rojekê piştî hilbijartina ku di 12ê gulanê da hat kirin hat Bexdayê, pêşiyê bi Selîm Cuburiyê Serokê Meclisê re paşê jî bi Nêçîrvan Barzaniyê Serokwezîrê Kurdistanê û partiyên siyasî re civiyabû.

Hatibû îdiakirin ku di heman dema ziyareta McGurk de Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê piştî hilbijartinê hat Bexdayê û bi partiyên siyasî ra ji bo avakirina hikûmetê civiya.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin