PeyamaKurd - Îro (25ê Adara 2026an), balafirên şer ên Îsraîlê rêze êrîşên asmanî yên giran birin ser gundên Başûrê Lubnanê. Li aliyê din, Hizbullahê ragihand ku wan operasyonên xwe yên li dijî leşkerên Îsraîlî yên li ser sînor zêde kirine.
Gundên Başûr bûn hedef
Li gorî agahiyên ji qada şer, balafirên Îsraîlê bi awayekî sîstematîk gundên Tûl, Qantara, Gendûriye, Harûf, Yatir, Sirbîn, Arnûn û Qileyle bombebaran kirin. Di van êrîşan de binesaziya gundan û gelek malên sivîlan zirar dîtin.
Hizbullah: Me li Kiryar Şimonayê li çeperên sînor xist
Rêxistina Hizbullahê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanên wan bi roket û dronên xwekuj êrîşî leşkerên Îsraîlî yên li deverên Xiyam, Qewze, Teybe, Meys el-Cebel û Dîbelê kirine. Her wiha hat ragihandin ku gundê sînorî yê Kiryat Şimona yê li hundirê Îsraîlê jî bi giranî hatiye topbaran kirin.
Bîlançoya giran: 1,072 mirî
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê bîlançoya herî dawî ya şerê ku di 2yê Adarê de dest pê kiribû, eşkere kir. Li gorî daneyên fermî, heta niha di êrîşên Îsraîlê de 1,072 kes hatine kuştin û 2,966 kes jî birîndar bûne. Îsraîl heta niha derbarê windahiyên xwe yên leşkerî de tu amarek belav nekiriye.
Rageşiya siyasî: Dersînorkirina Balyozê Îranê
Ji aliyê siyasî ve jî Lubnan di nav krîzeke nû de ye. Hevalbendê sereke yê Hizbullahê, Tevgera Emelê, bang li rayedarên Lubnanê kir ku biryara dersînorkirina balyozê Îranê ji nû ve binirxînin. Tevgerê hişyarî da ku ev gav dê bibe sedema krîzeke neteweyî û ragihand ku ew tu carî bi Îsraîlê re rûnanên ser maseya danûstandinan.
Îsraîl: Em ê ranewestin
Tevî zêdebûna windahiyan, saziya weşana giştî ya Îsraîlê ragihand ku artêşê tu fermanek ji bo rawestandina operasyonan wernegirtiye. Rayedarên Îsraîlî tekez dikin ku êrîşên wan ên li ser Lubnanê, bêyî guhdana pêşketinên li Îranê, dê heta hilweşandina binesaziya Hizbullahê berdewam bikin.