Serfermandarê Giştî yê Brîtanî peyamek ji Rûsyayê re şand

Dîroka Weşanê :
Serfermandarê Giştî yê Brîtanî peyamek ji Rûsyayê re şand

PeyamaKurd – Serfermandarê Giştî yê Brîtanî Richard Knighton diyar kir ku Rûsya ji bo Brîtanyayê dibe gefek mezin û got, "Divê em amade bin ku ger pêwîst be şer bikin."

Knighton hişyariyek tund da Moskowê.

Knighton got, "Rûsyayê eşkere kiriye ku ew dixwaze NATOyê dijwar bike, sînordar bike, parçe bike û hilweşîne," û got, "Divê em amade bin ku ger pêwîst be şer bikin û bi ser bikevin."

Serfermandarê Giştî yê Brîtanî wiha domand, "Kurên me, keçên me, hevkarên me, leşkerên me yên kevn... Em hemû xwedî rolek in di avakirin, xizmetkirin û şerkirinê de ger pêwîst be."

Servîsa îstîxbarata Brîtanî MI6 jî bawer dike ku Rûsya Brîtanyayê diceribîne.

Serfermandarê MI6 Blaise Metreweli got, "Rûsya me li herêma gewr bi taktîkên ku me nêzîkî ber şer dikin diceribîne... Ez behsa êrîşên sîber, dron, çalakiyên êrîşkar li deryayên me, şewitandin û sabotajên ji hêla dewletê ve têne piştgirîkirin dikim."