PeyamaKurd – Şerê dewletê yê di 22 ê Adarê de li hemberê çeteyan dabû destpêkirin dewam dike. Serokê dewleta El Salvadorê Nayib Bukele di ser hesabê xwe yê Xê de vîdeoyekî parvekir û tê de ragihand ku 2 kes ji çeteyên 18 Sureños hatine girtin û ji bo çetê ji hev belav bikin, 5 hezar leşker û hezar polîsan wezîfedar kirine. Nayib Bukele got:
“Çend roj berê li bakûrê welatê me 2 kuştin çêbû. Me ji çeteyên 18 Sureños 2 kesan girt. Niha 5 hezar leşker û hezar polîs ji bo çetê ji hev belav bikin, deverên San José Cancasque, San Antonio Los Ranchos, Potonico û San Isidro Labrador dorpêç kirine. Ji çeteyan yên ku mane heya em wan ji nav nebin em ê nesekinin.”
Di vîdeo de du kesên ku hatin girtin cîh dan dîmen û axaftinên wan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin