Serokê Ermenistanê: Civaka navdewletî mudaxele neke, wê Qefqasya bibe wek Sûriyê

Serokê Ermenistanê: Civaka navdewletî mudaxele neke, wê Qefqasya bibe wek Sûriyê

PeyamaKurd - Serokomarê Ermenistanê Armen Sarkisyan, li ser şerê Qerebaxê û destwerdanên derve ji CNBS ya Amerîkî re axivî û got: “Li Qerebaxê derdora 100 hezar kes dimînin. Di şerê dawî de me bi sedan kuştî dîtin. Ji ber vê divê civaka navdewletî têbigihîje ku heke niha mudaxele nekin wê Qefkasya bibe pirsgirêkeke mezin ji bo wan û bibe wek Sûriyê.”

Sarkisyan da xuyakirin: “Divê her kes bizane ku mijar ne enerjî ye. Lê belê ji vê girêktir e. Berjewendiyên neteweyî, bazirganî û gelek dozên din hene.”

Armen Sarkisyan herwiha hişyariya metirsiya ku şerê Qerebaxê bibe wekî şerê li Sûriyê da û got, ew hêvî dikin ev yek pêk neyê, ji ber ku dê ji cîhanê re bibe trajediyeke mezin.

Serokê Ermenistanê Armen Sarkisyan diyar kir, “Hikumeta Tirkiyê ya niha bi derdora xwe re nakok e, li Deryayê Spî, Yunanistan, Lîbya û Iraqê. Niha jî li hemû deveran pirsgirêkan çêdike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin