PeyamaKurd - Serokê Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA) Fatih Birol, derbarê krîza enerjiyê ya ku cîhanê hildaye bin bandora xwe, hişyariyên tund dan. Birol diyar kir ku ev krîz ne tenê di warê enerjiyê de, lê di warê aborî de jî xetereyên mezin bi xwe re tîne.
Cîhan di nav "Krîzeke Mezin" de ye
Fatih Birol di civîna li Parîsê de destnîşan kir ku cîhan bi pirsgirêkeke enerjî û aborî ya bêwêne re rû bi rû maye. Li gorî Birol, ev krîz rasterast bi şerê li Rojhilata Navîn û girtina rêyên stratejîk ve girêdayî ye.Bîrol diyar kir ku zêdebûna bihayê petrolê bûye sedema enflasyoneke gerdûnî û ev yek dibe sedema "zexteke mezin" li ser aboriya gelek welatan, nexasim welatên ku enerjiyê ji derve dikirin. Birol tekez kir ku ev rewş hevsengiyên bazarê serûbin kirine û pêwîstiya bi guherîna bilez a ber bi çavkaniyên alternatîf ve careke din derketiye pêş.